LI SÛWEYDA ŞER DI NAVbera HÊZÊN HIKÛMETÊ Û HÊZÊN HERÊMÎ DE DIKEVIN
Li bajarê Sûweydayê yê Sûriyê de di navbera hêzên hikûmeta demkî û hêzên parastina herêmî de şer çêbû.
Di şevê de, droneyekî hêzên hikûmetê, qada firokexaneya sivîl a bakurê Sûweydayê hedef girt. Hate gotin ku ev êriş ji gundê Mensura ya li bakurê rojhilatê hat kirin.
Di heman demê de li herêma Til Hedid jî pevçûnên dijwar di navbera her du aliyan de çêbûn.
Heta niha agahdariyek fermî derbarê encamên şeran de nehatiye dayîn.
Share this content:



Post Comment