NYT: ÎRAN DI DU HEFTIYÊN DAWIYÊ DE 9 BINGEHÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ LI ROJHILATA NAVÎN HEDEF GIRT

NYT: ÎRAN DI DU HEFTIYÊN DAWIYÊ DE 9 BINGEHÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ LI ROJHILATA NAVÎN HEDEF GIRT

Rojnameya New York Times (NYT) di rapora xwe ya ku li ser wêneyên satelîtê û analîzên vîdeoyan hatiye amadekirin de ragihand ku Îran di du hefteyên dawiyê de 9 bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hedef girtiye û li gelek tesîsan zirarên mezin çêbûne.

Li gorî raporê, piştî bidawîbûna agirbestê, Îran operasyonên xwe li dijî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmê zêde kiriye. NYT got ku tevî îdiayên rêveberiya Donald Trump ku kapasîteya leşkerî ya Îranê zêde lawaz bûye, van êrişên dawî nîşan didin ku Tahran hê jî dikare armancên hestyar bi rastî bixe.

Li gorî analîza satelîtan, di êrişan de cihên rûniştina leşkeran, navendên operasyonê, hangarên firokeyên bêmirov, pergalên radarê û gelek binesaziyên leşkerî rasterast hatine hedefgirtin.

Rapor diyar dike ku zirara herî mezin li Bingeha Hewayî ya Muvaffak Salti li Urdunê çêbûye û di encamê de sê leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Her weha nêzîkî 12 leşkerên din bi giranî birîndar bûne û ji bo dermankirinê şandine nexweşxaneya leşkerî ya Amerîkayê li Almanyayê.

NYT diyar kir ku ji 9 bingehên ku di van êrişan de hatine hedefgirtin, çar jê di destpêka şer de jî hatibûn lêdan. Raporê her weha got ku Îran ji destpêka şerê ve li heft welatan 18 bingehên leşkerî yên Amerîkayê hedef girtiye.

Rojnameyê got ku Pentagon ji bo sedemên ewlehiyê nexwestiye ku wêneyên satelîtê yên zelal bên belavkirin. Lê belê bi daneyên NASA, Ajansa Fezayê ya Ewropayê û vîdeoyên belavbûyî yên êrişan zirar hatine piştrastkirin. Pentagon jî bi hinceta ewlehiya operasyonan li ser van wêneyan şîrove nekir.

Raporê li gorî welatan ziraran jî diyar kir. Li Urdunê cihên rûniştina leşkeran, du hangarên balafiran û sê cihên parastina firokeyên bêmirov zirar dîtin. Li herêma Kurdistanê hangareke mezin a leşkerî ya li bingeha Amerîkayê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi tevahî hate hilweşandin. Li Kuweytê pergala radarê ya nû ya li Bingeha Hewayî Ahmed el-Cabir hate tune kirin û li Bingeha Ali el-Salem zirarên sivik çêbûn. Li Behreynê jî depoyeke li bingehek deryayî rasterast hate lêdan.

Rapor di encamê de bal kişand ku stratejiya êrişên Îranê guherîye û niha ne tenê binesaziyên leşkerî, lê cihên ku leşker lê dimînin jî bûne armanc.

Share this content:

Post Comment