NEÇÎRVAN BARZANÎ AMMAR EL-HEKÎM PÊŞWAZÎ KIR: TÊKILIYÊN HERÊM-BEXDA HATIN NIRXANDIN

NEÇÎRVAN BARZANÎ AMMAR EL-HEKÎM PÊŞWAZÎ KIR: TÊKILIYÊN HERÊM-BEXDA HATIN NIRXANDIN

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê Ammar el-Heqîm û heyeta wî li Hewlêrê pêşwazî kir. Di civînê de li gel pêşveçûnên li Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî îro bi Ammar el-Heqîm û heyeta wî re civiya. Di civînê de rewşa giştî ya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê hate nîqaşkirin.

Di civînê de bal hat kişandin ser girîngiya pêşxistina têkiliyên Hewlêr-Bexda û hate tekezîkirin ku pirsgirêkên di navbera her du aliyan de ku li benda çareseriyê ne, divê li ser bingeha diyalogê, têgihiştina hevdu û hevkariyê bên çareserkirin.

Her du alî her wiha pişta xwe ji bo ku hikûmeta Iraqê kar û erkên xwe bi cih bîne û bernameya xebatê ya xwe bi serkeftî pêk bîne, dubare kirin.

Di civînê de her wiha li ser pêşveçûnên dawî yên herêmê û bandorên muhtemel ên van pêşveçûnan jî danûstandina ramanan hate kirin.

HEVDÎTINÊN AMMAR EL-HEQÎM LI HEWLÊRÊ

Ammar el-Heqîm îro sibeh gihişt Hewlêrê. Di çarçoveya serdana xwe ya sê rojan de tê payîn ku Heqîm bi berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê, nûnerên partiyên siyasî û kesayetiyên olî re hevdîtinan pêk bîne.

Share this content:

Post Comment