MAZLÛM ABDÎ JI MESÛD BARZANI RE PEYAMA SERXWEŞIYÊ ŞAND
Şêwirmendê Serokatiya Sûriyeyê Mazlûm Abdî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi telefonê re peywendî pêk anî û ji ber mirina mezinê malbata Barzanî, Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî, serxweşiyên xwe pêşkêş kir.
Mazlûm Abdî di axaftina telefonê ya duh de serxweşiyên xwe ji Mesûd Barzanî re ragihand û piştgiriya xwe û hevsoziya xwe bi malbata Barzanî re anî ziman.
Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî di 4ê Îlona 2026an de ji ber nexweşiyekê jiyana xwe ji dest dabû.
PEYAMA MESÛD BARZANÎ
Mesûd Barzanî berê di peyamekê de ragihandibû ku mezinê malbatê Ebdulwahîd Îbrahîm Şêx Ebdulsalam Barzanî di 4ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye.
Barzanî di peyama xwe de destnîşan kiribû ku Ebdulwahîd Barzanî neviyê Şêx Ebdulsalam Barzanî bû û ew wekî kesayetekî bi dîndariyê, girêdana bi Xwedê û xêrxwaziyê hat nasîn.
Barzanî her wiha gotibû ku Ebdulwahîd Barzanî di nav malbatê de kesayetiyeke rêzdar û navdar bû.
Share this content:



Post Comment