KCDK-E Û TJK-E: FESTÎVALA ÇANDA KURDÎ BÛ NÎŞANA HÊZDAR A BERXWEDANA ÇANDÎ
Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E), piştî Festîvala 34emîn a Navneteweyî ya Çanda Kurdî ku di 5ê Îlonê de li Dortmundê ya Almanyayê hat lidarxistin, daxuyaniyek spasê weşandin. Sazîyan diyar kir ku bi beşdarbûna deh hezaran kesan, gelê Kurd ziman, çand, nasname û îradeya xwe ya jiyana azad parast.
Festîval bi şiyara “Civaka Demokratîk bi Rêbertiya Azad” hat lidarxistin û bû civînek girîng a ku gelê Kurd li dora nirxên xwe yên çandî kom bû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku festîval ji bo Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê hat terxankirin û bû îfadeya hêzdar a xwedîderketina ser nirxên ku şehîdên têkoşîna azadiyê afirandine.
KCDK-E û TJK-E diyar kirin ku deh hezaran kesên ku li qada festîvalê kom bûn, girêdana xwe bi Abdullah Ocalan re û helwesta xwe ya biryardar di têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya wî de careke din nîşan dan.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser beşdarbûna berfireh a jin û ciwanan bi cil û bergên neteweyî û hate gotin ku ev beşdarî nîşana girîng a berxwedana çandî li dijî jenosîda çandî ye. Hate destnîşankirin ku festîval îradeya gelê Kurd ya jiyana bi ziman, çand û nasnameya xwe û xwedîderketina ser rêxistiniya xwe nîşan da.
KCDK-E û TJK-E ji hemû gel, dost û meclîs û saziyên ku ji meha Tebaxê ve beşdarî festîvalên çandî yên li Kanada, Îngilîstan, Belçîka, Swîsre û welatên Skandînavyayê bûn û ji wan re rêxistin kirin, spas kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha ji Şaredariya Dortmundê û hemû nûnerên saziyan û xebatkarên tenduristiyê yên ku di amadekariya festîvalê de alîkarî kirin, spas hat kirin. Sazîyan ji malbatên şehîdan, jinan, ciwanan, enternasyonalîstan, şoreşgeran, demokratan û rewşenbîran û hemû kesên ku ji bo amadekariya festîvalê hefteyan xebitîn, spas kirin.
Share this content:



Post Comment