MED TUHAD-FED Û EGE TUHAYDER: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN AZADKIRIN

MED TUHAD-FED Û EGE TUHAYDER: DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN AZADKIRIN

MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û bang kirin ku astengkirina azadkirinan û paşxistina îcraya cezayan bi dawî bibin.

Federasyona Komeleyên Malbatên Girtî û Mehkûman û Yekîtiyê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkarî ya Malbatên Girtî û Mehkûman a Egeyê (EGE TUHAYDER), li ber Dadgeha Bayraklı ya li Îzmîrê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê azadkirinê nayê astengkirin. Paşxistina îcraya cezayan bi dawî bikin” hat vekirin.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser zehmetî û binpêkirinên ku girtiyên siyasî, tevî ku dema cezayên wan qediya ye, ji ber paşxistina azadkirina wan re rû bi rû dimînin. Her wiha rewşa girtiyên nexweş ên di girtîgehên herêma Egeyê de hate destnîşankirin. Hat xwestin ku Ali Tetik, Bülent Koç, Habip Boğa, Mehmet Sait Yıldırım, Mehmet Salih Filiz, Sekvan Becerikli û Cömert Bozkurt, her wiha girtiyên din ên ku azadkirina wan hatiye paşxistin, bên berdan.

Di daxuyaniyê de behsa Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî hate kirin. Hate gotin ku berdewamkirina binpêkirinên mafan di girtîgehan de, bi armancên demokratîkbûnê û aştiya civakî re nakok e.

Bang li saziyên berpirsiyar hate kirin ku dawî li pêkanînên neqanûnî bînin, girtiyan azad bikin û gavên pratîkî bavêjin da ku rê li ber aştiyê vebibe. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Divê gavên pratîkî yên ku rê li ber aştiyê vedikin, bê derengî bên avêtin.”

Share this content:

Post Comment