LI CIZÎRÊ ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD HATIN BÎRANÎN

LI CIZÎRÊ ŞEHÎDÊN TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD HATIN BÎRANÎN

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji aliyê Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Çand û Yekîtiya Malbatên Kesên Di Beşeka Şaristaniyê de Kesên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) ve ji bo kesên di têkoşîna azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bernameyeke mevlûdê hat lidarxistin. Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, her wiha gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Şirnexê, Ramazan Toğurlu, di axaftina xwe de diyar kir ku ew şehîdan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û got ku dê şopînerên têkoşîna wan bin.

Hevseroka DEM Partiya Şirnexê, Taybet Bilgi jî got ku ew ê xwedî li mîrata şehîdan derkevin. Bilgi wiha got: “Rêbertiyê du sal in ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kiriye. Divê em di vê pêvajoyê de destê Rêbertiyê xurt bikin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê, Mehmet Zeki İrmez jî tekez kir ku divê her kes xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkeve. İrmez got: “Ji bilî aştiyeke bi rûmet, ti hesabekî din tune ye.” Wî bang li aliyên têkildar kir ku azadiya gelê Kurd di bin garantiyeke qanûnî de bê parastin û statûya Rêber Apo bê diyarkirin.

İrmez diyar kir ku ew dixwazin di welatê xwe de azad bijîn û di navbera gelan de aştiyeke bi rûmet pêk were. Wî wiha got: “Divê statûya Rêber Apo di demeke herî nêz de bê diyarkirin. Ji bo vê yekê em ê rêxistinkirina xwe mezintir bikin.”

Piştî axaftinan, mevlûd hate xwendin. Bername piştî xwarina ku ji beşdaran re hat pêşkêşkirin bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment