YBŞ: SERKEFTINA PEYMANÊ GIRÊDAYÎ PARASTINA MAFÊN ÊZDIYAN E

YBŞ: SERKEFTINA PEYMANÊ GIRÊDAYÎ PARASTINA MAFÊN ÊZDIYAN E

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di merasîmekê de ku li Çiyayê Şengalê hat lidarxistin, hûrguliyên peymana di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Şengalê de ragihand. Fermandariya YBŞ’ê daxuyand ku 4 hezar û 165 şervanên jin û mêr dê tevlî pergala ewlekariya federal a Iraqê bibin. YBŞ’ê tekez kir ku serkeftina peymanê girêdayî parastina mafên şervanan, garantîkirina taybetmendiyên gelê Êzidî û çareserkirina encamên qirkirina sala 2014’an e.

Di merasîma li Çiyayê Şengalê de Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Walîyê Mûsilê û gelek berpirsiyarên ewlekariyê yên Iraqê, her wiha şervan û fermandarên YBŞ’ê û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), dayikên Êzidî û alimên olî amade bûn.

Di daxuyaniya merasîmê de, bi navên Ebu Nuri, Mam Zeki, Şêx Xeyri, Bêrîvan, Berfîn, Zerdeşt Şengali, Mecid Temimi û Merwan Bedel (Dijwar Feqîr), hemû şehîdên ku di parastina gel û axa Iraqê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku fedakariyên şehîdan û helwesta wan dê wek emanet were parastin û peyama wan dê ji bîranînê neyê jêbirin.

“EM BI HIKÛMETA FEDERAL A IRAQÊ RE LI HEV KIRIN”

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe ya derbarê biryara entegrasyonê de wiha got:

“Li ser bingeha baweriya me bi yekîtiya axa Iraqê û serweriya wê, û ji ber fikara me ya li ser pêkanîna ewlehî û aramiya li Şengalê, em ragihînin ku me bi Hikûmeta Federal a Iraqê re peymanek girêdaye. Peyman ji holê rakirina statûya leşkerî ya serbixwe ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê, ku ji 4 hezar û 165 şervanên jin û mêr pêk tên, tevlîkirina wan a pergala ewlekariya federal û kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve li gorî çarçoveyên qanûnî û sazî û lihevkirinên ku li ser wan hatiye razîbûn, dihewîne. Ev peyman dê bibe bingeha qonaxeke nû di hevpariya neteweyî û berpirsiyariya hevbeş de.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev peyman di şert û mercên dîrokî yên Şengalê de û piştî ku gelê Êzidî di sala 2014’an de rastî qirkirin, revandin, koçberiya bi zorê û xetera tunebûnê hat, hatiye gihîştin. Di wan rojên ku nêzîkî sêyeka axa Iraqê, di nav de Mûsil jî, ketibû bin kontrola DAÎŞ’ê de, Çiyayê Şengalê bi leheng û zarokên berxwedana Êzidî re ku rûmeta gel û axê diparastin, serbilind rawesta.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YBŞ’ê û YJŞ’ê di demeke pir dijwar de, ji nav êş û îradeya jiyanê derketin holê. Hate gotin ku şervanên jin û mêr şerê parastin û rizgarkirinê kirin. Daxuyaniyê wiha got: “Ji bo parastina gel û axa xwe me 530 şehîd dan û bi sedan şervan birîndar bûn. Piştî têkçûna DAÎŞ’ê, em bûn hêza yekem ku ala Iraqê li Şengalê bilind kir. Em qet ji erkê xwe yê parastina gelê xwe venekişiyan.”

“QONAXA XEBATÊ DI NAV SAZÎYÊN DEWLETÊ DE DEST PÊ KIR”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku niha qonaxa xebatê di nav sazîyên dewletê de dest pê kiriye û kontrolkirina çekan dê di destê dewletê de be. Hate tekez kirin ku yekgirtina hêzên ewlekariyê ji bo pêkanîna serweriyê, pêşîlêgirtina vegera DAÎŞ’ê û bihêzkirina aramiyê girîngiya bingehîn heye.

Lê hate diyar kirin ku ev pêvajo tenê di şertê pêkanîna xalan ên lihevkirî yên peymanê, parastina mafên şervanan û rûmeta şehîdan, garantîkirina ewlehiya Şengalê û parastina maf û taybetmendiyên gelê wê de dikare pêş bikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo serkeftina peymanê divê xalan wê bi cidiyet bên pêkanîn, şopên qirkirinê bên rakirin, çarenûsa windayan eşkere bibe û ji bo malbatên ku kesên wan winda kirine dad were misoger kirin. Her wiha divê şertên vegera koçberan bên amadekirin, Şengal ji nû ve bê avakirin û bê garantîkirin ku ew felaket careke din dubare nebe.

“DIVÊ RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ BÊNE BIHÊZKIRIN”

Di daxuyaniyê de girîngiya bihêzkirina rola saziyên sivîl û rêveberiya herêmî ya Şengalê hate tekez kirin. Hate gotin ku ji bo ku Şengal ji bo hemû gelên xwe bibe hêzeke hevbeş, divê demokrasî were cihkirin û beşdariya hemû pêkhateyan di rêveberiyê de were garantîkirin.

Di daxuyaniyê de ji hemû kesên ku ji rojên destpêkê yên qirkirinê ve piştgiriya civaka Êzidî kirine, ji Serokwezîrê Iraqê, hêzên siyasî û civakî û komîte û heyetên têkildar re spas hat kirin. Her wiha hêvî hate ragihandin ku ruhê hevkariya neteweyî di qonaxa pêkanîna peymanê de jî bidome.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em hêvî dikin ku pêkanîna peymanê were garantîkirin, bigihîje armancên xwe û ji bo gelên Şengalê di warê aramî, hevkariyê û xizmetguzariyê de deriyekî nû veke.”

“EM Ê DI QONAXEKE NÛ DE BERSPIRSIYARIYA XWE BIDOMÎNIN”

Di daxuyaniya ku ji malbatên şehîdan, birîndaran û windayan, gelê Êzidî û hemû gelê Iraqê re hatî kirin de, hate gotin ku YBŞ û YJŞ dê di qonaxa nû de jî berpirsiyariya xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Me li eniyên şer erkê xwe pêk anî. Îro em ê di qonaxeke nû de berpirsiyariya xwe bidomînin; qonaxek ku yekîtiya Iraqê û serweriya wê, ewlehiya Şengalê û rûmeta gelê wê, û avakirina siberojeke aram û dadperwer ji bo hemû zarokên wê ji her tiştî pêşdetir dibîne.”

Di dawiyê de hate tekez kirin ku dilsoziya ji bo şehîdan tê wateya parastina nirxên ku wan ji bo wan jiyana xwe feda kiriye. Peyama dawî ya daxuyaniyê ev bû ku serkeftina berxwedana li dijî qirkirinê girêdayî parastina mafên gelê Êzidî, domandina jiyana wan û hebûna wan a azad û ewle ye.

Share this content:

Post Comment