MAZLÛM EBDÎ: XEBATÊN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIDOMIN

MAZLÛM EBDÎ: XEBATÊN PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIDOMIN

Şêwirmendê Serokê Komara Sûriyê, Mazlûm Ebdî, di civîna gel a li Til Temirê de beşdar bû û got ku Kurdî bûye zimanekî fermî. Wî diyar kir ku xebatên ji bo misoger kirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê jî didomin. Ebdî her wiha got ku pêvajoya entegrasyonê ya di çarçoveya Peymana 29ê Çile de gihîştiye qonaxên dawî.

Mazlûm Ebdî, şêwirmendê Serokê Komara Sûriyê, di civîna gel a li Til Temirê de beşdarî bû û li ser pêşketinên herêmê û rewşa dawî ya pêvajoya entegrasyonê nirxandinên xwe kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Ebdî agahî li ser xebatên di çarçoveya Peymana 29ê Çile de hatin meşandin da.

Ebdî diyar kir ku tevî hewldanên ji bo têkbirina pêvajoyê, xebatên entegrasyonê didomin. Wî got: “Bi saya baweriya ku ji gavên hatine avêtin re heye, tevî hewldanên ji bo têkbirina van gavan, pêvajoya entegrasyonê gihîştiye qonaxên xwe yên dawî.”

Ebdî di derbarê bûyîna Kurdî zimanê perwerdehiyê de jî axivî û got ku Kurdî bûye zimanekî fermî. Wî tekez kir ku xebat ji bo misoger kirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê didomin.

JI BO DOSYAYA WINDAYAN KOMÎTEYEKE TAYBET HATE AVAKIRIN

Ebdî di derbarê xebatên li ser kesên ku di dema şer de winda bûne an jî ji wan agahî nayê girtin de jî axivî. Wî ragihand ku ji bo şopandina dosyaya windayan komîteyeke taybet hatiye avakirin. Ev komîte dê rewşa kesên winda bibin bişopîne û ji bo encamkirina dosyayan bixebite.

Ebdî got ku ew ê berdewamiya hewldanên aşitiyê bikin û diyar kir: “Em ê yek gav paşde neavêjin, nahêlin fitne derkeve û dê rê li ber aliyên ku hewl didin di nav pêkhateyên herêmê de fitne biafirînin bigirin. Ji ber ku em bawerî bi aşitiyê tînin û ji bo wê dixebitin.”

Share this content:

Post Comment