LI MAXMÛRÊ LI DIJÎ KOMPLOYA 9Ê COTMEHÊ MEŞ HATE LIDARXISTIN: BANGA AZADIYA RÊBER APO

LI MAXMÛRÊ LI DIJÎ KOMPLOYA 9Ê COTMEHÊ MEŞ HATE LIDARXISTIN: BANGA AZADIYA RÊBER APO

Li Kampa Penaberan a Maxmûrê meşek ji bo şermezarkirina komploya 9ê Cotmehê hate lidarxistin. Di meşê de banga azadiya Abdullah Ocalan hate kirin û hate tekez kirin ku komplo gelê Kurd kiribû hedef.

Ji bo şermezarkirina komploya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo, li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li Maxmûrê meşek hate lidarxistin. Meş ji beriya Komîteya Malbatên Şehîdan dest pê kir û bi dirûşmeyan heta avahiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir.

Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Apo Roja Me Ye Em Agirê Dora Wî” hatin qîrîn.

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Maxmûrê, Hazar Nerexî, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî axivî û got ku Rêber Apo bi têkoşîna xwe komployê betal kiriye. Nerexî diyar kir ku di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de li pêşiya azadiya Rêber Apo tu astengî tune ne.

Hazar Nerexî got ku komploya 9ê Cotmehê rasterast gelê Kurd kiribû hedef û bîranîna kesên ku li dijî komployê bedenên xwe şewitandibûn zindî kir. Wî her wiha diyar kir ku gel amade ye ji bo bersivdana pêvajoyê û pêkanîna berpirsiyariyên xwe her tiştê pêwîst bike.

Meş û daxuyaniya li pey wê bi çepik û tilîlîyan bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment