MAZLÛM ABDÎ: QSD DI ENTEGRASYONA SAZÎYÊN LEŞKERÎ Û ÎDARÎ DE DERBASÎ ASTEK NÛ BÛ

MAZLÛM ABDÎ: QSD DI ENTEGRASYONA SAZÎYÊN LEŞKERÎ Û ÎDARÎ DE DERBASÎ ASTEK NÛ BÛ

Di merasima li ser 100’emîn salvegera damezrandina Qamişlo de axivî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî got ku bajar dîroka Cizîrêya Sûriyê û hemû pêkhateyên wê temsîl dike. Abdî ragihand ku di entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî de derbasî astek nû bûne.

100’emîn salvegera damezrandina Qamişlo li Parka Azadiyê bi beşdariya hezaran kesan, rêveberên QSD û Rêveberiya Xweser û heyetek ji Hikûmeta Demkî ya Sûriyê hate pîrozkirin. Di bernameyê de hunermendan stran gotin, komên cuda yên dansê folklor pêşkêş kirin. Di çalakiyê de lîstika şanoyê hate nîşandan û belgefîlmek ku dîroka Qamişlo ji damezrandina wê heta îro vedibêje hate temaşekirin. Di bernameyê de kesayetiyên navdar û nivîskarên bajêr hatin rêzgirtin.

Di pîrozbahiyê de Hevseroka Şaredariya Qamişlo Bêrîvan Omer li ser girîngiya dîrokî ya bajêr, avahiya wê ya pirçandî û rola wê di çanda jiyana hevbeş de rawestiya.

“QAMIŞLO DÎROK Û CURECURETIYA HERÊMÊ TEMSÎL DIKE”

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Abdî got ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe re zêdetirî sedsalekê bi hev re jiyanek hevbeş didomînin. Abdî diyar kir ku avakirina Qamişlo domandina çandên gelên herêmê, curecuretiya wan û jiyana hevbeş nîşan dide. Wî got ku Qamişlo dîroka Cizîrêya Sûriyê û hemû pêkhateyên wê temsîl dike.

Abdî got ku di serdema rejîma Baasê de polîtîkayên şovenîst ên ji bo guhertina pêkhateya demografîk a herêmê û erebkirina wê hatin meşandin. Wî diyar kir ku Rêveberiya Xweser 15 sal in li dijî van polîtîkayan têdikoşe û hewl dide nasnameya herêmê ji nû ve ava bike.

“QSD BI BERXWEDANA GEL HAT AVAKIRIN”

Abdî bi bîr xist ku herêm di salên dawî de şahidiya şerê giran bûye û gel li dijî êrişan xwe parastiye. Wî got ku QSD di vê pêvajoya berxwedanê de hat avakirin.

Abdî tekez kir ku QSD encama berxwedana gel e û şervanên hêzên Kurd ên li dijî êrişên li ser herêmê şer kirin bi rêz bi bîr anîn. Wî hemû şervanên ku di parastina gel de jiyana xwe ji dest dan bi rêz bi bîr anîn û berxwedana 15 salî ya gelê herêmê silav kir.

“ASTEK NÛ DEST PÊ KIR”

Abdî got ku bi hilweşandina rejîma Baasê re ji bo avakirina Sûriyeyeke nû qonaxeke cuda dest pê kiriye. Wî diyar kir ku biryara beşdarbûna Sûriyeya Nû li ser bingeha Peymana 29’ê hatiye dayîn.

Abdî got ku entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî yên di salên dawî de hatine avakirin bo saziyên dewletê, bi awayekî ku nasname û destkeftiyên van saziyan bên parastin, hatiye nêzîkî.

Wî got: “Qonaxa entegrasyona saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî bo saziyên dewletê bi dawî bû û ji îro ve qonaxeke nû dest pê kir.”

Abdî bang li gelê herêmê kir ku saziyên ku bi fedakariyên şehîdan hatine avakirin biparêzin û piştgirî bidin wan.

“JI BO GARANTIYA MAFAN DI DESTÛRÊ DE TÊKOŞÎN DÊ BIDOME”

Abdî got ku ji bo garantîkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê dê têkoşîn bidome û di qonaxa heyî de xebatên siyasî dê bên zêdekirin.

Wî tekez kir ku ji bo mafên rewa yên Kurd û hemû pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyeyê de bên garantîkirin, têkoşîna siyasî dê bidome.

Abdî diyar kir ku Qamişlo dikare di pêşerojê de bibe navenda çand, siyasî û curecuretiyê. Wî bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku ji bo avakirina pêşerojeke aştiyane bi hev re bixebitin.

Share this content:

Post Comment