LI MAXMÛRÊ 42’EMÎN SALVEGERA ŞOREŞA 15’Ê TEBAXÊ HAT PÎROZKIRIN
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo 42’emîn salvegera Şoreşa 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Maxmûrê Hezer Nerexî axivî û got ku Şoreşa 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd jiyan, çand û hebûna nû ji nû ve afirand.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Maxmûrê hat lidarxistin û rêveber û endamên saziyan û rêxistinên civaka sivîl û herwiha gelek kes beşdarî wê bûn. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Apo û şehîdên şoreşê û alayên KCK’ê hat xemilandin. Di dema çalakiyê de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” hatin berzkirin.
“15’Ê TEBAXÊ JIYAN, ÇAND Û HEBOÛNÊ JI NÛ VE AFA RAND”
Di pîrozbahiyê de Hevserokê Meclisa Gel a Maxmûrê Hezer Nerexî hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi taybetî di kesayetiya Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de bi bîr anî.
Nerexî got ku Şoreşa 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd jiyan, çand û hebûna nû ji nû ve afirand û diyar kir ku derketina vê şoreşê ne tesaduf bû.
Nerexî got ku Şoreşa 15’ê Tebaxê encama berxwedana li Zindana Amedê bû û bersivek li hember zordestî û zilmê li girtîgehan bû.
Nerexî diyar kir ku Şoreşa 15’ê Tebaxê di dîroka Kurdistanê de ji bo dawîkirina komkujiyên li dijî gelê Kurd roleke girîng lîstiye. Wî got ku îro navên Kurd û Kurdistanê dikarin li Meclisa Tirkiyeyê bên nîqaşkirin û pêvajoya ku Rêber Apo dest pê kiriye li ser bingeha ruhê 15’ê Tebaxê pêşde diçe; ev jî encama têkoşîna 50 salî ye.
DI PÎROZBAHIYÊ DE ÇALAKIYÊN ÇANDÎ HATIN ORGANÎZE KIRIN
Di çarçoveya pîrozbahiyê de li ser Roja Vejînê ya 15’ê Tebaxê sinevizyon hate nîşandan.
Di çalakiyê de Koma Çand û Hunerê, Stêra Zêrîn û Koma Lîstikên Gelêrî Kulîlkên Azadiyê li ser dikê derketin. Hunermendên Sumeyya Mihemed û Seyîd Riza jî bi stranên xwe beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî heta derengiya şevê berdewam kir.
Share this content:



Post Comment