LI XALA KONTROLÊ YA REQAYÊ CIWANEKÎ KURD HATE GIRTIN
Ciwanekî Kurd ê ji Efrînê bi navê Egîd, dema ku ji Reqa ber bi Qamişlo ve diçû, li xala kontrolê ya Hemratê ya li Reqayê hate girtin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku ew bi îdiaya ku endamê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ye ji otomobîlê hate daxistin.
Li gorî van çavkaniyan, hêzên li xala kontrolê Egîd li ber çavên rêwiyan lê dan û paşê ji bo lêpirsînê ew birin navendekê. Hat ragihandin ku Egîd hîn jî di bin çavdêriyê de ye.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, armanca Egîd ew bû ku ji Helebê here Efrînê, li restorantekê bixebite û ji bo debara malbata xwe piştgirî bike.
Di heman demê de, çavkaniyên herêmî ragihandin ku di du hefteyên dawî de jî dehan ciwanên Kurd li heman xala kontrolê bi heman îdîayan hatine girtin. Li gorî van çavkaniyan, ev girtin bi îdiaya girêdana wan bi QSD re hatine kirin.
Share this content:



Post Comment