LI SÛWEYDÊ DI NAVBERA HÊZÊN HIKÛMETA DEMKÎN Û MUHAFIZÊN NETEWEYÎ DE ŞERÊN GIRAN RÛ DIDIN

LI SÛWEYDÊ DI NAVBERA HÊZÊN HIKÛMETA DEMKÎN Û MUHAFIZÊN NETEWEYÎ DE ŞERÊN GIRAN RÛ DIDIN

Hat ragihandin ku li gundewarê bakurrojavayê bajarê Sûweydê yê Sûriyê, di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Muhafizên Netewe yên Sûweydê de şerên giran derketine.

Li gorî agahiyên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê êvarê li herêma Neqil a bakurrojavayê bajarê Sûweydê û gundê El Mensûr, nuqteyên girêdayî Hêzên Muhafizên Netewe yên Sûweydê hedef girtin.

Piştî ku Hêzên Muhafizên Netewe yên Sûweydê bersiva êrîşan dan, di navbera her du aliyan de şerên dijwar dest pê kirin. Hat ragihandin ku di şeran de çekên giran û topên havanê hatine bikaranîn.

Di daxuyaniya Hêzên Muhafizên Netewe yên Sûweydê de hat gotin ku di dema şeran de zarokek birîndar bûye û zirarek madî li herêmê çêbûye.

Hat ragihandin ku şer li herêmê hîn jî didomin.

Share this content:

Post Comment