10 PARTIYAN LI DIJÎ BIRYARA PERWERDEYA BI KURDÎ: BIRYAR WERE PAŞVEKIŞANDIN
10 partî û tevgerên siyasî yên li Rojava, li dijî biryara Wezareta Perwerdeya Sûriyê ya ku perwerdeya bi Kurdî li dibistanên herêmê bi tenê 3 ders û yek çalakiyê di hefteyê de sînordar dike, derketin û daxwaza paşvekişandina vê biryarê kirin.
Di daxuyaniya hevpar a nivîskî ya partiyan de hat gotin ku sînordarkirina Kurdî bi tenê 3 dersên di hefteyê de û dîtina wê wekî dersa hilbijartî, mafê perwerdeya bi zimanê dayikê pêk nayîne. Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku Kurdî ne zimanekî biyanî an jî dersa temamker e ku biryara hilbijartina wê were dayîn; Kurdî zimanê dayikê, nasname, dîrok, çand û bîra civakî ya gelê Kurd e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar bi prensîbên dadmendî, wekhevî û mafên zimanî û çandî re nayê hevahengkirin û wekî biryarekî nayê qebûlkirin. Partiyan daxwaz kir ku di dibistanên herêmên Kurd de materyalên perwerdeyê yên Kurdî bên bikaranîn û mafê perwerdeyê bi Kurdî di zagona bingehîn de were garantîkirin.
Her wiha bang li Wezareta Perwerdeyê û aliyên têkildar hate kirin ku biryarê di cih de ji nû ve binirxînin. Partiyan daxwaz kirin ku di navbera nûnerên civakê û aliyên têkildar ên warê perwerde û hînkirinê de diyalogeke cidî û berpirsiyar were avakirin û polîtîkayeke perwerdeyê ya adil were pêşxistin.
Di daxuyaniyê de hat tekez kirin ku parastina Kurdî û mafê perwerdeyê nayê wateya kêmkirina mafên Erebî an jî yên civakên din ên Sûriyê. Berevajî vê, ev tê wateya parastin û garantîkirina mafên zimanî û çandî yên hemû Sûriyeyan.
Partiyan bi peyama ku “Sûriya nû nikare bi domandina zihniyeta kevn û polîtîkayên derxistin û înkarkirinê were avakirin” bang kirin ku polîtîkayeke perwerdeyê li ser bingeha dadmendî, hemwelatiya wekhev û rêzgirtina ji pirrengiya civaka Sûriyê were avakirin.
Daxuyaniyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê (YEKÎTÎ), Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurdî ya Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê (El-Partî), Partiya Çep a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Peymana Demokratîk a Kurdî ya Sûriyê, Partiya Siberojê ya Sûriyê, Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyê û Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê îmze kirin.
Share this content:



Post Comment