LI ŞÊXMEXSÛD Û EŞREFIYÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT ŞEWITANDIN

LI ŞÊXMEXSÛD Û EŞREFIYÊ AGIRÊ NEWROZÊ HAT ŞEWITANDIN

Newroz li Halep’ê di navçeyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de vê salê jî tevî hemû şert û mercên dijwar bi coş hat pêşwazîkirin. Sedan kes ji niştecihên van navçeyan, tevî êrîşên ku didomin û şertên dijwar, li hev civiyan û agirê Newrozê şewitandin.

Bi şîara “Bi ruhê Yekîtiya Neteweyî em ê agirê Newrozê zêdetir biqewitînin” hatî lidarxistin, di pîrozbahiyan de kes li dor agirê civiyan, halay kişandin û peyamên dayanîş û berxwedanê dan. Beşdarên pîrozbahiyê bi sloganên xwe yekîtiya gel û têkoşînê bi ziman anîn.

Di dema çalakiyê de bi gelemperî ev slogan bilind bûn: “Kî ne em? Em Kurd in, em Kurdên Zerdeşt in”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” û “Yek e, yek e, yek e gelê Kurd yek e.”

Di axaftinên ku di pîrozbahiyan de hatin kirin de hate diyarkirin ku tevî hemû êrîşan jî iradeya gelê Kurd nayê şikandin, û têkoşîna ji bo yekîtiya neteweyî û azadiyê dê her ku diçe xurtir bibe. Her weha hat balkişandin ser wateya dîrokî ya Newrozê û hate gotin ku li dijî zordarî û tundiyê ruhê berxwedanê zindî tê girtin.

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ku di nav herêmên ku kurdan lê zêde dijîn de têne hesibandin, gelek sal in ku bi dorpêçkirin, êrîş û ablukayê tên naskirin. Pîrozbahiya Newrozê ya vê salê jî, tevî hemû êş û windahiyan, wek nîşanek xurt a hêvî û îradeya têkoşînê ya gel derket pêş.

Share this content:

Post Comment