Lİ SÊ BAJARAN Bİ GELÊ ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFİYÊ RE MEŞÊN PİŞTGİRİYÊ HATİN LİDARXİSTİN

Lİ SÊ BAJARAN Bİ GELÊ ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFİYÊ RE MEŞÊN PİŞTGİRİYÊ HATİN LİDARXİSTİN

 

Li bajarên Dêrik, Girkê Legê û Reqa bi hezaran kesan ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî herêmên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê û ji bo ragihandina peyama piştgiriya gelê wan herêman meş hatin lidarxistin.

Di van sê bajaran de ku girêdayî kantonên Cizîrê û Reqa ne, di çalakiyan de êrîş hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne tenê ne.

Dêrik

Ji bajar û gundên Dêrikê bi sedan kes ji bo şermezarkirina êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Derbasbûnê li ser herêmên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji Meydana Azadîyê heta navenda bajarê meş kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsên “Em li kêleka QSD ne” û “QSD em temsîl dike” hatin hildan, wêneyên Abdullah Öcalan hatin vekirin. Kitle bi domdarî sloganên ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin, qirîn.

Di daxuyaniya ku li navenda bajarê hate kirin de, rêvebirên Meclîsa PYD a Dêrikê yên ku Ciwan Hesen jî di nav wan de bû, got ku berpirsiyariya van êrîşan li ser milên Hikûmeta Derbasbûna Sûriyê ye. Wî destnîşan kir ku ew ê li xeta aştiyê berdewam bin, lê di heman demê de ew ê ji bo parastina xwe hemû tedbîrên pêwîst bistînin.

Zelux Bekir, ku li ser navê koçberên Efrîn-Şehba yên li Dêrikê dijîn axivî, gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û berxwedana Îmraliyê silav kir û got ku ew ê tu carî ji rêya têkoşînê paşve neçin. Meş bi sloganan bi dawî bû.

Girkê Legê

Li bajarê Girkê Legê jî meşeke bi heman armancê hate lidarxistin. Meşa ku ji Meydana Şehîd Xebatê dest pê kir, bi beşdariya niştecihên Rimêlanê, koçberên ji Efrîn û Şehbayê û endamên rêxistinên civakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de ala QSD û wêneyên Abdullah Öcalan hatin hildan, sloganên ku berxwedanê silav dikin hatin qirîn.

Piştî rêzgirtina li navenda bazarê, Serokê Meclîsa Şaredariya Girkê Legê, Îbrahîm Hisên, got ku êrîşên li dijî sivîlan şertên diyalog û ewlekarîyê têk dikin û bang li Hikûmeta Derbasbûnê kir ku li peymanên ku îmze kirine bi rêz be.

Endamê Meclîsa Efrîn û Şehbayê Zakiriye Berekat got ku hedefgirtina cihên niştecihî polîtîkayeke plankirî ye û armanca wê têkdanina aştiyê ye. Endamê PYD’yê Ebdurezaq Salim jî diyar kir ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ser bingehê parastina rewa tê birêvebirin. Meş bi sloganan bi dawî bû.

Reqa

Li Reqa’yê jî bi sedan kesan, di nav wan de koçberên ji Efrîn û Şehbayê, ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî her du herêman meşek lidarxistin. Meşa ku ji Nexweşxaneya Zarokan heta Meydana Jinên Azad berdewam kir, bi pankartên bi nivîsên “Na li bêdengkirina jiyanê” û “Em li vir in, berxwedana me çîroka me vedibêje” hat xweşandin.

Piştî rêzgirtina li Meydana Jinên Azad, Eli Xelîl li ser navê gelê ku ji Efrîn û Şehbayê hatine koçandin axivî û bal kişand ser ambargo û êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Wî got ku, bi hemû zordariyan re jî, îradeya gel nayê şikandin.

Seroka Komela Jinên Zenubiya ya Kantona Reqa’yê, Xilûd Mihemed, jî êrîş û ambargoyê şermezar kir. Di heman demê de, yek ji rûspiyên eşîreta Beni Said, Zuhîr El-Abdullah, bang li parastina sivîlan û hesibandina berpirsiyaran kir. El-Abdullah destnîşan kir ku rêya bidawîkirina şer bi diyalogê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û ne-merkezî re tê.

Meşên li sê bajaran bi sloganên ku berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê silav dikin, bi dawî bûn.

Share this content:

Post Comment