LI QOSERÊ SERDANA MALAN: SÊ KES HATIN BINÇAVKIRIN

LI QOSERÊ SERDANA MALAN: SÊ KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Qoserê (Kızıltepe) ya Mêrdînê di operasyonên ser malan de sê kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di serdanên ku sibehê hatin kirin de kesên bi navên S. A., R. K. û R. L. hatin binçavkirin.

Heta niha li ser wê ku kesên hatine binçavkirin di çarçoveya kîjan lêpirsînê de hatine girtin an jî çi sûc li wan hatiye tomarkirin, tu daxuyaniyek nehat dayîn.

Her sê kes ji bo pêvajoya lêpirsînê birin Midûriyeta Ewlekariya Navçeya Qoserê.

Share this content:

Post Comment