LI HESEKÊ Û KOBANÊ LI DIJÎ SÎNORANDINA PERWERDEYA KURDÎ ÇALAKÎ HATIN KIRIN
Li bajarên Hesekê û Kobanê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herwiha li bajarokê Girkê Legê yê girêdayî Qamişloyê, xwendekar, mamoste û dêûbav li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya ku perwerdeya Kurdî tenê bi sê dersan di heftê de sînor dike, nerazîbûn nîşan dan. Di çalakiyan de hat xwestin ku Kurdî wek zimanê fermî yê perwerdeyê were pejirandin û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were nasîn.
Li Girkê Legê, xwendekar û dêûbav li ber dibistanê kom bûn û li dijî biryarê daxuyaniyek dan. Di çalakiyê de pankartên “Ez kurdim, zimanê me Kurdî ye” û “Zimanê me hebûna me ye” hatin hilgirtin. Hêlîn Umer ku daxuyaniyê li ser navê xwendekaran xwend, anî ziman ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye û bang kir ku biryara sînordarkirina dersên Kurdî were guhertin û Kurdî di dibistanan de wek zimanê fermî yê perwerdeyê were pejirandin.
Li gundê Girê Pirê yê girêdayî Girkê Legê jî bi heman daxwazan daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya ku Zeyneb Iniz xwend de hate gotin ku biryara Wezareta Perwerdeyê nayê pejirandin û hat xwestin ku mafên zimanî û perwerdehiyê yên Kurdên bêne rêz kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta biryar neyê paşxistin û Kurdî wek zimanê fermî yê perwerdeyê neyê pejirandin, çalakî dê bidomin.
LI HESEKÊ Û KOBANÊ JÎ ÇALAKÎ HATIN KIRIN
Li Hesekê dehan xwendekar û mamoste li ber Midûriyeta Perwerdeyê kom bûn û daxwaza rakirina sînordarkirinên li ser perwerdehiya bi zimanê Kurdî kirin. Di çalakiyê de pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Em dixwazin bi zimanê xwe fêr bibin” û “Mafê me ye em bi zimanê xwe fêr bibin” hatin hilgirtin.
Piştî daxuyaniyê, xwendekar û mamoste daxwazên xwe yên nivîskî pêşkêşî Midûriyeta Perwerdeyê ya Hesekê kirin.
Li Kobanê jî xwendekar li ber dibistanan kom bûn û daxwazên xwe li ser pankartan nivîsandin. Beşdarên çalakiyê diyar kirin ku sînordarkirina perwerdeya Kurdî qebûl nakin û heta daxwazên wan neyên pêkanîn dê çalakiyên xwe bidomînin.
Herwiha li Kobanê zarokên şehîdan jî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniya ku Ehenda Mihemed xwend de hate tekez kirin ku Kurdî ne tenê ders an jî zimanekî ku li malê tê bikaranîn e; ew zimanê nasname, çand û pêşerojê ye.
Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerdeyê hat kirin ku biryara xwe ji nû ve binirxîne, berî guhertinên di pergala perwerdeyê de bi hemû beşên civakê re diyalog were kirin û ji bo parastina zimanê Kurdî herkes berpirsiyariyek hevpar bigire.
Share this content:



Post Comment