LI KOBANÊYÊ 4 ŞEHÎD BI MERASÎMEKÊ HATIN OXIRKIRINA RÊYA DAWÎ
Gelê Kobanê û gundewarên wê ji bo çar şehîdên ku di demên cuda de şehîd bûne li merasîmeke cenazeyê civiyan. Piştî merasîmê, cenazeyên wan li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hatin veşartin.
Di nav şehîdan de Berçem Berxbotan (Diyar Şêx Mihemed), şervanê Yekîneyên Dijî Terorê ku di 26’ê Çile de li navçeya Çelebiyê şehîd bû, şervanê QSD’yê Mehmûd Kobanê (Mehmûd Hisên) ku îro li Kobanê şehîd bû, Cano (Hemûdê Welo) ku di 17’ê Çile de li Hesekê şehîd bû û şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zaza (Şîlaş El Rebî) cih girtin.
Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê, Emel Bahadîn, di axaftina xwe de serxweşî ji malbatên şehîdan re xwest û got fedakariyên şehîdan bûne sedema parastina gel û parastina destkeftiyên ku bi têkoşînê hatine bidestxistin.
Bahadîn diyar kir ku şehîdan bi berxwedana xwe mîraseke girîng hiştine û cîhanê nîşan dane ku ev gel bi biryar e.
Ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve fermandar Kanî Ehmed jî serxweşî ji malbatên şehîdan, hevalên wan û gelê Kobanê re xwest û got ku ew ê heta gihîştina armancên ku şehîdan ji bo wan canê xwe fedayî kirin, têkoşînê bidomînin.
Piştî axaftinan belgeyên şehadetê hatin xwendin û malbatên şehîdan re hatin radestkirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi slogan û zılgitan hatin oxir kirin û li Goristana Şehîd Dîcle hatin veşartin.
Share this content:



Post Comment