CIVAKA ÎSLAMÎ YA KURDISTAN DI KONGREYA 10’AN DE RÊVEBIRIYA NÛ Û BERNAMEYA XEBATÊ HILBIJART
Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) li bajarê Venlo yê Hollandayê Kongreya xwe ya 10’emîn lidarxist. Di kongreyê de xebatên serdema nû hatin nirxandin û di hilbijartinê de Mele Cemal Bingöl bi yekdengî wek Serokê Giştî hate hilbijartin.
Di kongreya ku du rojan dom kir de, delegên CÎK ji bo diyarkirina rêbaza xebatê ya serdema nû civîn û şêwirîn kirin. Di civînan de li ser planên pêşerojê, rêxistinbûn û bernameya xebatê gotûbêj hate kirin.
Kongreyê KCK Eşserok Remzî Kartal, Endamê Meclîsa Rêvebir a KCK’ê Zubeyir Aydar, Eşserokê KNK’ê Ehmed Karamus, Serokê CÎK’ê Mele Şewket Çakır û Eşserokê KCKD-E Engîn Sever jî beşdar bûn.
Di kongreyê de rewşa mizgeftên ku li Ewropayê di bin rêxistina CÎK de dixebitin, pirsgirêkên wan û pêvajoya avakirina nû hate nirxandin. Delegan taybetî li ser perwerdehiya li dijî asîmîlasyonê, mezinkirina imamên nû û xurtkirina nasnameya Kurdistanî nêrînên xwe parve kirin.
Herwiha raporên çalakî û darayî hatin xwendin û li ser wan nîqaş hatin kirin. Piştî wê ji bo du salên pêş de bername û planên xebatê hatin pejirandin.
Di dawiya kongreyê de, bi dengê hemû delegan Mele Cemal Bingöl wek Serokê Giştî yê nû yê Civaka Îslamî ya Kurdistan hate hilbijartin.
Share this content:



Post Comment