LI QAMIŞLOYÊ BI SEDAN KES JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO CIVÎN BÛN

LI QAMIŞLOYÊ BI SEDAN KES JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO CIVÎN BÛN

Li Qamişloyê bi sedan kes bi slogana “Rêbertiya Azad, Gelê Azad” li Stadyûma Heysem Kiço civiyan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo anîn ziman.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.

Li ser navê Înisiyatîfa Gel, Remziya Mihemed axivî û ji Qamişloyê silav ji Îmraliyê û Rêber Apo re şand. Wê li ser pêşveçûnên herêmî û rewşa cîhanê jî nirxandin kir.

Mihemed got ku cîhan di nav şert û mercên şer de derbas dibe û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk a ku Rêber Apo dest pê kiriye.

Wê diyar kir ku zêdetir ji salekê derbas bûye ji dema banga aştiyê û civaka demokratîk hat dayîn, lê heta niha dewleta Tirkiyeyê gavên pratîk negirtiye. Wê herwiha got ku felsefe û projeya civaka demokratîk ya Rêber Apo di pêşeroja herêmê de girîng e.

Piştî axaftinan bername bi pêşkêşiya hunerî ya koma Heyva Zêrîn berdewam kir.

Helbestvan Ferhat Merdê û hunermend Nisrîn Botan, Baran û Daniş Botan jî bi helbest û stranên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Bername bi beşdariya xelkê di çalakiyên çandî de bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment