LI KIRMAŞANÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ: 2 ENCAMÊN PARÊZVANÊN ŞOREŞÊ HATIN KUŞTIN
Di bajarê Pawe ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê de di encama êrîşeke çekdarî de du endamên Parêzvanên Şoreşê yên Îranê hatin kuştin û du kesên din jî birîndar bûn. Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê dest bi lêkolînê kirin da ku êrîşkaran bibînin û bigirin.
Li gorî agahiyên medyaya fermî ya Îranê, kesên çekdar li ber deriyên malên endamên Parêzvanên Şoreşê agir vekirin. Di êrîşê de Halid Halidî Nia û Burhan Kristanî jiyana xwe ji dest dan, Kamil Şebreng û Kemal Ebdî jî birîndar bûn.
Rayedar ragihandin ku li Pawe lêkolîneke fireh ji bo nasîn û girtina êrîşkaran didome.
Di aliyekî din de, di daxuyaniyekê ku bi zimanê Kurdî li ser medyaya civakî hate belavkirin de, komeke ku navê “Hêza Xorîy Hîwa” bi kar anî, berpirsiyariya êrîşê li ser xwe girt. Navê vê komê cara yekem tê bihîstin û heta niha agahiyeke piştrast li ser ku ew girêdayî kîjan aliyî ye tune ye.
Share this content:



Post Comment