LI ÎRANÊ DU KESÊN KU BEŞDARÎ XWEPÊŞANDAN BÛN LI BER GEL HATIN IDAMKIRIN
Li Îranê du kesên ku bi sedema beşdarbûna xwe di xwepêşandanên dijî hikûmetê de bi cezayê mirinê hatibûn mehkûmkirin, li ber gel hatin idamkirin. Desthilatdarên dadweriyê ragihandin ku infaz di sibehê çarşemiyê de pêk hat.
Li gorî Mizan Online, ku girêdayî destgaha dadweriyê ye, Ebulfazl Sepahi û Amir-Huseyin Safari bi tawanbarîya “çek hilgirtin û tirs û panîk di nav gel de afirandin” ji sûca “moharebeh” (şer li dijî Xwedê vekirin) û herwiha “belavkirina fesad li ser erdê” ji ber ku ewlehiya welêt û nîzama giştî xera kirin, bi cezayê idamê hatin mehkûmkirin.
Hat gotin ku piştî operasyona leşkerî ya ku di 28’ê Sibatê de ji aliyê DYA û Îsraîlê ve dest pê kir, hejmara cezayên idamê li Îranê zêde bûye. Di dema dawî de piraniya kesên ku hatine infazkirin, bi tawanbarîya beşdarbûna xwe di xwepêşandanên dijî hikûmetê de hatibûn mehkûmkirin.
Xwepêşandanên ku di dawiya Kanûna Yekemê de li dijî biha bilindbûna jiyanê dest pê kiribûn, zû bûn xwepêşandanên berfireh ên dijî hikûmetê û di hefteya yekem a Kanûna Paşîn de gihîştin asta herî bilind.
Hikûmeta Îranê qebûl dike ku di van bûyeran de zêdetirî 3 hezar kes jiyana xwe ji dest dane, lê îdia dike ku ev mirin encama “çalakiyên terorîstî” ne ku DYA û Îsraîl piştgirî jê dikin. Lê rêxistinên mafên mirovan dibêjin ku hezaran kes di encama destwerdana hêzên ewlehiyê de hatine kuştin.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Amnesty International û gelek rêxistinên din ên mafên mirovan, Îran piştî Çînê welatê ku herî zêde cezayê idamê bi kar tîne ye.
Li gorî daneyên Iran Human Rights ya Naverweyê û ECPM ya Parîsê, di sala 2025’an de li Îranê herî kêm 1.639 kes hatin idamkirin. Ev hejmar ji sala 1989’an vir ve asta herî bilind a infazan tê hesibandin.
Share this content:



Post Comment