CENTCOM RAGIHAND: HÊZÊN DYA Û SIÛDÎ LI IRAQÊ LI SER BINGEHÊN GRÛPÊN PIŞTGIRIYA ÎRANÊ ÊRÎŞ KIRIN
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi hevkariya Hêzên Çekdar ên Siûdî li ser gelek bingeh û navendên fermandariyê yên grûpên çekdar ên piştgirîya Îranê li Iraqê êrîşên hessas pêk anîne.
Di daxuyaniya ku roja Çarşemê hate weşandin de, CENTCOM got ku hêzên DYA û Siûdî cihên grûpên girêdayî Îranê yên ku, li gorî îdiaya wan, ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve ji bo armancgirtina hêzên Amerîkayê û binesaziya enerjiyê ya Siûdiyê hatibûn rêvebirin, armanc kirin.
Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer gelek navendên lojîstîk, depoyên çek û tesîsên leşkerî yên van grûpan li rojhilatê Iraqê hedef girtin.
CENTCOM got ku ev operasyon bersiveke “xurt” bûye li dijî zêdetirî 30 êrîşên dronan ku di 72 saetên dawî de, li gorî daxuyaniyê, ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îranê ve hatibûn rêxistin.
Fermandariyê herwiha got ku hewildanên êrîşê li dijî hêzên Amerîkayê têk çûne, lê metirsî hîn jî didome. Li gorî daxuyaniyê, di navbera Sibat û Nîsan 2026’an de zêdetirî 600 hewildanên êrîşê li dijî hemwelatiyên Amerîkayê û tesîsên wan li Iraqê hatine tomarkirin.
CENTCOM di daxuyaniya xwe de bang li Pasdarên Şoreşa Îranê û grûpên girêdayî wan kir ku van êrîşan rawestînin, û hişyarî da ku ger ev êrîş bidomin, bersiveke leşkerî ya berfirehtir dê were dayîn.
Di heman demê de Haşdi Şabi jî daxuyaniyek weşand û ragihand ku gelek bingehên fermî yên wan li Iraqê ji aliyê hêzên DYA û Siûdiyê ve hatine armanc kirin û di encamê de kes hatine kuştin û birîndar bûne.
Haşdi Şabi van êrîşan wekî “binpêkirina serweriya Iraqê” û “gava xeternak a zêdekirina aloziyê” binav kir. Li gorî Fermandariya Operasyonên Neynewayê, di êrîşê de 8 endamên Haşdi Şabi hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Share this content:



Post Comment