LI HELEBÊ ŞER Û ERIŞÊN ZÊDE TÊN BIKIRIN

LI HELEBÊ ŞER Û ERIŞÊN ZÊDE TÊN BIKIRIN

Êrişên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Derbasdar a Sûriyê û bi piştgiriya dewleta Tirk li herêmên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd yên bajarê Helebê zêde dibin û bi tundî berdewam dikin. Di êrişa dawî de, bi dronên bombebar re du sivîl birîndar bûn.

Komên Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sultan Murad bi rojên dirêj herêmên navdar bi top û bombebaran hedef digirin. Di çarçoveya êrişên ku ji 6’ê rêbendanê ve berdewam in de, li herêma Benî Zeyd du sivîl bi dronên bombebar hatin hedefkirin.

Ji ber ku dron li herêmê hîn jî difirin, birîndar nekarin were veguheztin nexweşxaneyê. Her weha hat ragihandin ku di encama topxistinên li ser herêma Eşrefiyê de, xaniyek a sivîlan ket agir. Sivîlên Helebê ji ber êrişên berdewam di bin xetereyek mezin de ne.

Share this content:

Post Comment