LI GELEK BAJARAN JI BO GERÎLLAYÊN HPG/YJA STAR BÛYERÊN BÎRANÎNÊ TÊN LI DARXISTIN

LI GELEK BAJARAN JI BO GERÎLLAYÊN HPG/YJA STAR BÛYERÊN BÎRANÎNÊ TÊN LI DARXISTIN

Ji bo Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li gelek bajarên tazî û bîranîn tên lidarxistin. Di bîranîna li navenda Rêxistina Navçeya Sultangazî ya DEM Partiyê ya Stenbolê de, li ser têkoşîn û mîrata gerîlayan hat rawestan.

Di bîranînê de gelek kes beşdar bûn. Çalakî bi rawestandina rêzgirtinê dest pê kir û beşdarên çalakiyê gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” dan. Masa ku wêneyên şehîdan li ser hatibûn danîn, bi rengên zer, sor û kesk hatibû xemilandin. Di salona bîranînê de wêneyê Rêber Apo û pankartên “Şehîdên me rûmeta me ye” û “Şehîd namirin” hatibûn daliqandin.

Di bîranînê de çalakvana TJA’yê Sebahat Tuncel axivî û diyar kir ku ciwanên ku li dijî qedexeyên li ser ziman û nasnameya gelê Kurd têdikoşiyan, bi armanca bidestxistina serkeftinên mezin beşdarî têkoşînê bûne. Tuncel got ku ciwanan dixwestin ji bo jin û zarokan paşerojeke azadtir ava bikin û piştî şehîdan divê ne tenê girî û xem bê kirin, lê alaya têkoşînê ya wan divê bêtir were pêşxistin.

Tuncel got: “Em her tim ji hevalên xwe razî bûn. Ji bo vê yekê divê em bêtir bixebitin.”

Murat Arslan, ku piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan, di axaftina xwe de diyar kir ku domandina têkoşîna ku şehîdan ji wan re hiştiye berpirsiyariyek e. Arslan got ku layiqbûna wan bi xwedîderketina li ser têkoşînê û rakirina kêmasiyên heyî pêkan e.

Bîranîn piştî nîşandana sinevizyonê bi dawî bû.

LI RIHAYÊ BERNAMEYA BÎRANÎNÊ YA SÊ ROJAN

Bi pêşengiya KAT-DERê, li sê navçeyên Rihayê bernameyeke bîranînê ya sê rojan dê bê lidarxistin.

Bername dê di 11ê Îlonê de dest pê bike. Bîranîn dê li Mala Taziyê Rezanoğlu ya li taxê Selçuklu ya navçeya Eyûbiyê ya navenda Rihayê, li Mala Taziyê Mustafa Dağ ya li taxê Sarayaltı ya navçeya Pirsûsê û li Mala Taziyê Süleyman Nebati ya li taxê Nû ya navçeya Weranşêrê bêne lidarxistin.

Di 13ê Îlonê de jî ji bo şehîdan bi beşdariya girseyî dê mevlûd bê dayîn û bîranînek dê bê lidarxistin.

Share this content:

Post Comment