LI ÎRAN Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ DE DI 6 MEHAN DE HERÎ KÊM 59 KES HATIN DARVEKIRIN
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku di 6 mehên dawî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 59 girtiyên siyasî hatine darvekirin. Rêxistinê diyar kir ku di nav kesên hatine darvekirin de kesên di bin 18 saliyê jî hene.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan daxuyaniyek li ser îdam û darvekirinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 6 mehên dawî de herî kêm 59 girtiyên siyasî hatine darvekirin.
Hat ragihandin ku 29 kesên ku hatine darvekirin beşdarî protestoyên demên dawî bûne û 3 kes jî di dema protestoyên Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de hatine girtin. Rêxistinê herwiha diyar kir ku hin ji kesên hatine darvekirin di bin 18 saliyê de bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 5 kes ji bo afirandina tirsê di nav gel de li qadên vekirî hatine darvekirin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan herwiha bal kişand ser vê yekê ku 29 dozên darvekirinê bi bûyerên dawî re tu têkiliya wan tune ye. Hat ragihandin ku ev kes bi hinceta “şer” hatine cezakirina mirinê û îfadeyên wan di bin zext û îşkenceyê de hatine girtin.
Share this content:



Post Comment