LI DÊR HAFÎRÊ DI ÊRÎŞÊN LI SER SÎVÎLAN DE 3 ZAROK Û 4 KES JI JIYANÊ XWE REVÎT
Bajaroka Dêr Hafîrê ya li rojhilatê Helebê, bû qada êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Derbasbûna Sûriyê. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, di êrîşên ku li ser herêmên ku sivîl lê dijîn hatin kirin de, 3 zarok û bi giştî 4 sivîl jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, komên çekdar malên sivîlan yên di bajarokê de bi topan êrîş kirin. Di êrîşên ku bi wêneyan jî hatin belgekirin de, zarok û kalên sivîl jî hatin hedefgirtin. Di encama bombardimanê de, li gelek malên gelê herêmê zirarên mezin çêbûn.
Di van êrîşan de, 11-salî Fatîma el-Ehmed, 13-salî Hemîda Hîlal, 13-salî Geram Tariq el-Hemed û 65-salî Ebdul Latîf el-Şêx Husên jiyana xwe ji dest da.
Ji aliyekî din ve, hat ragihandin ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Derbasbûna Sûriyê bi balafirên bêmirov (ÎHA) li avahiya posteyê ya li Dêr Hafîrê jî êrîş kirin. Di vê êrîşê de tu kuştî tune bû, lê li avahiyê zirarên madî çêbûn.
Share this content:



Post Comment