LI BALAFIRGEHA BAGDADÊ JI BO GIRTINA TEMPORARÎ: “ARÎZEYA TEKNÎKΔ
Wezareta Veguhestinê ya Iraqê di derbarê girtina demkî ya Balafirgeha Navneteweyî ya Bagdayê de daxuyaniyek da raya giştî. Wezaretê ragihand ku ev biryar tenê ji ber arîzeyek teknîkî hatiye girtin û balafir dê di nav çend saetan de dîsa dest bi firînê bikin.
Axêverê Wezaretê, Meysam Safi, di axaftina xwe ya bi medyaya fermî ya Iraqê re got ku girtina balafirgehê ji ber “pirsgirêkek teknîkî ya ji nişka ve derketî” çêbûye. Wî diyar kir ku ev gav wek tedbîrek lezgîn hatiye avêtin da ku asta ewlehiyê li gorî standardên navneteweyî were parastin.
Safi herwiha got ku tîmên teknîkî yên pispor tavilê dest bi xebat kirine da ku pirsgirêkê nas bikin û çareser bikin. Wî zêde kir ku lêkolîn û xebatên çêkirinê li gorî şertên Uluslararası Sivil Havacılık Örgütü têne meşandin.
Wezaretê di heman demê de îdîayên ku dibêjin balafirgeh ji ber sedemên ewlehiyê hatiye girtin red kir. Safi bal kişand ku ev agahdarî ne rast in û li ser tu çavkaniya fermî nayên avakirin. Wî got piştî ku xebatên teknîkî biqedin, balafirgeh dê di demeke nêzîk de dîsa ji bo firînê were vekirin.
Share this content:



Post Comment