KNK GAZIYA TEKEZKIRINA NÊTEXWEYÎ LI DIJÎ ÊRANÊ KIR
Komîsyona Jîngeh û Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo êrîşên artêşa Îranê û komên çekdar ên girêdayî Îranê li Herêma Kurdistanê nameyek fermî û lezgîn ji Neteweyên Yekbûyî (BM), saziyên mafên mirovan û dezgehên navneteweyî re şand. KNK daxwaz kir ku ji bo rawestandina van êrîşan, li ser Tehranê zexta navneteweyî were zêdekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji destpêka sala 2026’an heta dawiya Tîrmehê zêdetirî 900 êrîşên bi fuzeyan û balafirên bêmirov li deverên niştecihbûnê, daristanan û cihên jiyanê yên Herêma Kurdistanê hatine kirin. Li gorî daneyên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di navbera 28’ê Sibatê û 20’ê Nîsanê de 809 êrîş, ku 701’ê wan dronên xwekuj û 108’ê wan fuzeyên balîstîk bûn, hatine tomar kirin.
KNK li ser bingeha agahiyên tîma CPT’ê diyar kir ku di sê mehên yekem ên pevçûnê de 751 êrîş pêk hatine. Ji van 298’ê wan rasterast ji aliyê Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê ve, 453’ê din jî ji aliyê komên çekdar ên Iraqî yên girêdayî Îranê ve hatine kirin.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku di êrîşa dronê ya 19’ê Tîrmeha 2026’an de li dijî bingeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Hewlêrê, çekên ku tevliheviya fosfora spî di nav de hebû hatine bikaranîn. Li gorî belgeyan, neh peşmerge di encama êrîşê de şewitîn û nîşaneyên jehrbûnê li wan derketin.
KNK bal kişand ser ku ev êrîş tenê zirarê mirovan ne, lê her weha bûne sedema têkçûna giran a jîngehê. Li Çiyayê Goyje li Silêmaniyê hezaran donim daristan û rezên herêma Zergwêzê şewitîne. KNK diyar kir ku fosfora spî ax û avê jehrî dike û dibe sedema têkçûna dirêjdem a jîngehê, û ev yek li gorî qanûnên navneteweyî dikare wek sûcê şer were nirxandin.
KNK daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) lêkolînek li ser îdiayên bikaranîna fosfora spî bikin. Herwiha ji Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) hate xwestin ku têkçûna jîngehê binirxîne. Di dawiyê de jî ji hikûmeta Iraqê hate xwestin ku li gorî rêwerzên BM’ê bi rêyên dîplomatîk li ser Îranê zextê bike da ku êrîşan rawestîne.
Share this content:



Post Comment