KJAR: 4’Ê NÎSANÊ ROJA AZADÎ Û JÎNBIJARKIRINÊ YE

KJAR: 4’Ê NÎSANÊ ROJA AZADÎ Û JÎNBIJARKIRINÊ YE

Koordînasyona KJAR di daxuyaniyeke de ji bo 4’ê Nîsanê, rojbûna Abdullah Öcalan û salvegera damezrandina PJAK’ê pîroz kir û şehîdan bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûn e, lê di heman demê de nîşana jînbijarkirin û rabûna civakî ye.

KJAR diyar kir ku guherîna kesane bingehê guherîna civakî ye û kesên ku di hişmendî û fikrê de guherînê pêk tînin, dikarin civakê jî biguherînin.

Her wiha hate bal kişandin ser ku bîra civakî nayê tunekirin û fikrên Rêber Apo di vejandina vê bîrê de rolê girîng lîstin.

Di beşa jinan de, hate gotin ku sloganê “Jin Jiyan Azadî” derbasî sînoran bûye û bandoreke navneteweyî çêkiriye.

Di dawiyê de, ji jinên Îranê re bang hat kirin ku bi yekîtî, rêxistin û têkoşînê bo avakirina jiyaneke azad gav bavêjin.

Share this content:

Post Comment