KAMPA SURDAŞ DÎSA HATE HEDEFKIRIN

KAMPA SURDAŞ DÎSA HATE HEDEFKIRIN

Kampa Surdaş ya li Silêmaniyê ye, şeva borî bi balafirên bêmirov (SİHA) dîsa hate hedefkirin. Li gorî agahiyan, di êrîşê de du araç hatin xistin lê hîn ne diyar e ku can û birîn hene an na.

Kampê ku Rojhilatî tê de dijîn, di demên dawî de gelek caran bûye hedefa êrîşan. Hîn jî tu agahiyek fermî derbarê ziyanên maddî an jî encamên êrîşê nehatiye dayîn.

Rayedarên fermî hîn tu daxuyaniyek nekirin û ne diyar e kî li paş vê êrîşê ye.

Ev kamp li ser bingehê peymanek di navbera Îran û Iraqê de hatiye avakirin, lê bi zêdebûna gergînî ya herêmî, gelek caran hate hedefkirin.

Share this content:

Post Comment