KALKAN: EM EV PÊVAJÊ JI BO AKP’YÊ NIN, JI BER KU EM BAWER IN BI RASTIYA WÊ DIMEŞÎNIN
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan, Duran Kalkan, li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxandin kir û got ku xebata ku tê meşandin ne ji bo alîkariya partiyek siyasî an jî dewletê ye, lê ji ber ku ew pê bawer in ku çareseriya demokratîk rêya rast e.
Di bernameyekê de ku li Medya Haber hate weşandin, Kalkan got ku pêvajoya ku ji aliyê Rêber Abdullah Öcalan ve hat destpêkirin armanca avakirina civaka demokratîk heye. Wî diyar kir ku ev pêvajo bi gelek asteng û êrîşan re rû bi rû maye, lêbelê ew ji perspektîfa çareseriya demokratîk paşde venagere.
Kalkan got ku xebatên ku tên meşandin ne ji bo AKP’yê an saziyên dewletê ne. Wî got: “Em ev pêvajoyê ne ji bo her iktidarekî dimeşînin, lê ji ber ku em bawer in ku gel dikarin di şert û mercên aşitî, azadî û demokrasiyê de bijîn.”
Kalkan herwiha bal kişand ser êrîşên şerê taybet ku li Kurdistanê zêde bûne. Wî got ku ciwanan, jinan û rêxistinên civakî tên armanc kirin û armanca van siyasetan şikandina berxwedana civakê ye. Wî bang kir ku rêxistinbûna demokratîk bêtir were xurtkirin.
Li ser rêya fedaiya Zîlanê jî axivî û got ku fedakariyên ku di têkoşîna azadiyê de hatine nîşandan, hîn jî ji bo têkoşîna îro çavkaniya hêz û îlhamê ne.
Kalkan di dawiyê de li ser pêşketinên herêmî, têkiliyên navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê û guhertinên Rojhilata Navîn jî nirxandin kir û got ku aştiya mayînde tenê bi çareseriyên ku li ser iradeya demokratîk a gelan ava dibin pêk tê.
Share this content:



Post Comment