LI SWÎSREYÊ AMADEKARIYÊN FESTÎVALA 13’AN A JINAN YA SAKÎNE CANSIZ HATIN TEMAMKIRIN

LI SWÎSREYÊ AMADEKARIYÊN FESTÎVALA 13’AN A JINAN YA SAKÎNE CANSIZ HATIN TEMAMKIRIN

Festîvala Jinan ya Sakîne Cansiz, ku her sal bi bîranîna yek ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz tê lidarxistin, vê salê ji bo cara 13’an di 28’ê Hezîranê de li bajarê Zürichê yê Swîsreyê dê were lidarxistin. Festîval bi şîara “Niha Dema Jinan e” dê bi beşdariya gelek rêxistin û saziyên jinan pêk were.

Festîval bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) tê organîzekirin. Ji bilî YJK-S, zêdetirî 20 rêxistin û inisiyatîfa jinan, tevî tevgera jinan a femînîst, jinên Partiya Sosyal Demokrat û Keskan, piştgirî didin vê çalakiyê.

Sözcûya dewrî ya YJK-S, Selma Sürer, got ku hemû amadekariyên festîvalê hatine qedandin û armanca wan ew e ku jin û dostên tevgera azadiya jinan li dora hev bicivînin. Wê bang li hemû kesan kir ku beşdarî festîvalê bibin.

Di festîvalê de dê ji bo cara yekem çadireke taybet were vekirin ku jiyana Sakîne Cansiz, têkoşîna wê û qonaxên heta şehadetê pêşkêş dike. Her wiha dê pêşandanên vîdyoyî û sinevîzyonê jî bêne kirin.

Hevseroka CDK-Sê Dilan Çetinkaya jî diyar kir ku armanca sereke ya festîvalê ew e ku jiyana û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku pêşengtiya jinan di avakirina civaka demokratîk de nîşan dide, bi awayekî layiq were bîranîn.

Di bernameya festîvalê de hunermendên ji çar parçeyên Kurdistanê dê li ser dikê derkevin. Ji bo zarokan jî çalakiyên taybet hatine amadekirin. Her wiha dê pêşandanên folklorî, çadira dengbêjan û gelek çalakiyên çandî û hunerî pêk bên.

Rêxistinkeran bang li gel kir ku bi beşdariya xwe vê roja girîng a yekîtî û dayanîşîna jinan bi hêztir bikin.

Share this content:

Post Comment