ÎSO: HIKÛMETA ŞAMÊ VEGUHEZTINÊN BO SERÊKANIYÊ DERDIXE

ÎSO: HIKÛMETA ŞAMÊ VEGUHEZTINÊN BO SERÊKANIYÊ DERDIXE

Endamê Desteya Rêveber a Komîteya Penaberên Serêkaniyê, Ciwan Îso, got ku vegera welatiyên ku di sala 2019an de ji cihên xwe hatine koçberkirin ji aliyê hikûmeta Şamê û rêveberiya Serêkaniyê ve tê derengxistin. Îso diyar kir ku di mijara amadekirina şertên vegerê û peydakirina ewlehiyê de gavên pêwîst bi lez nehatiye avakirin.

Ji ber êrîşên ku Tirkiye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (ANS) ya di bin kontrola wê de di 9ê Cotmeha 2019an de dest pê kirin, nêzî 150 hezar kes neçar man ku ji Serêkaniyê koç bikin. Welatiyên ku ji Serêkaniyê derketin, bi taybetî li Hesekê û Qamişlo û her wiha li deverên cuda yên Rojavayê cih girtin.

Vegera welatiyên ku ji cihên xwe hatine koçberkirin jî yek ji mijarên girîng ên Peymana 29ê Çile ya di navbera QSD û hikûmeta Şamê de hat îmzekirin bû. Piştî peymanê, ji bo vegera nêzî 14 hezar malbat, ango 80 hezar kes, bo Serêkaniyê amadekariyên vegerê dest pê kirin.

Di vê çarçoveyê de, di 10ê Tebaxê de 410 malbat, ku li Kampa Waşûkanî ya girêdayî Hesekê bûn, ango nêzî 2 hezar û 500 kes, vegeriyan Serêkaniyê û gundên derdora wê. Piştre di 8ê Îlonê de vegera 689 malbatan, ango nêzî 7 hezar kes, pêk hat. Lê veger ji ber êrîşên komên çekdar ên li Serêkaniyê hatin rawestandin.

“ŞERTÊN VEGEREYÊ BI DERENGÎ PÊŞ DİÇIN”

Ciwan Îso diyar kir ku pêvajoya vegerê demeke dirêj e ku tê derengxistin û got ku şertên pêwîst ji bo vegera ewle ya mirovan bo malên wan nehatine peydakirin. Îso got ku wan heyeta Şamê û rêveberiya Serêkaniyê wek berpirsiyarên vê rewşê dibînin û bang kir ku rêyên vegerê bêne vekirin.

“KURD HÊJ BI AWAYEKÎ FERMÎ NEGERIYANE”

Îso diyar kir ku di vegerên bo Serêkaniyê de piraniya kesên vegeriyane Ereb in û got ku heta niha Kurd bi awayekî fermî negeriyane navenda bajêr û gundên Serêkaniyê. Ew diyar kir ku ji ber nebûna şertên ewlehiyê veger hatiye rawestandin û got ku nêzîkbûna zivistanê û şertên aborî yên koçberan jî rewşê dijwartir dikin.

Îso got ku divê mal û zeviyên welatiyan ji nû ve bidin xwediyên wan ên rastîn û îdia kir ku hikûmeta Şamê dikaribû şertên pêwîst di demeke kurt de ava bike.

MAYÎN ASTENGIYA LI PÊŞIYA VEGEREYÊ NE

Hat ragihandin ku mayînên ku piştî êrîşên sala 2019an li ser Rêya M4, deverên gundewarî û nêzî navenda Serêkaniyê hatine danîn, hêj nehatine paqijkirin û ev yek jî li pêşiya vegerê astengiyek girîng e. Îso got ku xebatên paqijkirina mayînan jî têne derengxistin.

Îso diyar kir ku bandora hikûmeta Şamê li Serêkaniyê sînordar e û got ku komên çekdar hêj li bajêr hene û hin mal û milk hîn jî di bin destê wan de ne. Wî her wiha got ku rê û hatin-çûna bajêr hêj bi tevahî nehatiye vekirin û divê rê bêne vekirin da ku welatî bikaribin bi azadî derbasî bajêr bibin û jê derkevin.

“RÊVEBERÎ PIŞTÎ VEGERA GEL DIVÊ BÊ DIYARKIRIN”

Îso got ku ew ne rast dibînin ku berî ku vegera welatiyên Serêkaniyê yên ji cihên xwe hatine koçberkirin bê temamkirin, tê hewl dan ku meclîs û rêveberiyên navend û bajarokên Serêkaniyê bêne diyarkirin. Wî diyar kir ku divê piştî vegera xelkê rastîn a bajêr, rêveberiyên wê bêne diyarkirin.

Îso got ku perwerde, xizmetên civakî û alîkariyên ji bo welatiyên Serêkaniyê yên li kampan dimînin hatine rawestandin û ev yek bûye sedema zêdekirina mexdûriyeta wan. Îso bi bîranîna nêzîkbûna zivistanê got ku divê vegera koçberan bê lezandin, şertên vegera ewle û hêsan ji bo hemûyan, bê cudahiya navenda bajêr û gundan, bêne peydakirin û welatiyên ku vedigerin jî di rêveberiya leşkerî, îdarî û aborî ya bajêr de cih bigirin.

Share this content:

Post Comment