YRA ROJA ROJNAMEVANÊN JIN Ê KURD PÎROZ KIR
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), bi boneya Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd a 7ê Cotmehê daxuyaniyek weşand û bal kişand ser rola rojnamevanên jin ên Kurd di ragihandina rastiyê ji raya giştî re û avakirina bîra civakî de.
YRA diyar kir ku rojnamevanên jin ên Kurd bûyer û pirsgirêkên jinan û civakê belge dikin û bal kişand ser têkoşîn û fedakariya wan di dema karê rojnamevaniyê de.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 7ê Cotmehê sembola têkoşîna rojnamevanên jin ên Kurd e ku rastiyê derdibirin, pêşketinên civakî belge dikin û pirsgirêk û hêviyên jinan digihînin raya giştî ya herêmî û navneteweyî.
YRA her wiha rojnamevan û kedkarên medyayê ku di dema erkên xwe de jiyana xwe ji dest dane bîr anîn û soz da ku ew ê xwedî li nirxên ku wan li pey xwe hiştine derkevin û bîra civakî ya ku wan di avakirina wê de beşdar bûne biparêzin.
Di daxuyaniyê de her wiha Roja Rojnamevanên Jin ji hemû rojnamevanên jin ên ku li Rojava û deverên din dixebitin hat pîrozkirin. YRA diyar kir ku hebûna jinan di medyayê de mafek e ku divê were parastin û roleke ye ku divê were piştgirîkirin û pêşxistin. YRA got ku medya divê rastî, berpirsiyarî û objektîfiyê esas bigire, rêzê ji cûdabûnê re bigire û rûmeta mirovan û azadiya derbirînê biparêze.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 7ê Cotmehê tenê roja bîranînê nîne, belkî rojnamevani ji pîşeyekê zêdetir peyamek e ji bo civakê û domandina vê peyamê berpirsiyariya hevpar a dezgehên medya, kedkarên medyayê û civakê ye.
YRA daxuyaniya xwe bi bîranîna kedkarên medyaya azad û silavkirina hemû kesên ku karê rojnamevaniyê didomînin bi dawî anî.
Share this content:



Post Comment