HIZBULLAHÊ IRAQÊ LI HIKÛMETA IRAQÊ TEHDÎD KIR

HIZBULLAHÊ IRAQÊ LI HIKÛMETA IRAQÊ TEHDÎD KIR

Ji rêberên Tugayên Hizbullahê yên Iraqê, Ebû Mucahid Esafî, bi hinceta embargoya hawayî ya li ser Îranê hikûmeta Iraqê tehdîd kir û got ku ji bo hilweşandina hikûmeteke ku ji bo berjewendiyên gel naxebite dikare rêbazên cuda bên ceribandin.

Esafî di daxuyaniya xwe ya li ser embargoya hawayî ya Iraqê li dijî Îranê de got ku gelê Iraqê dê roja 30ê Îlonê vekişîna hêzên DYA û NATO ji axa Iraqê pîroz bike.

Esafî li dijî hikûmeta Iraqê got ku gel dizane li pişt hin biryarên ku hikûmet girtiye kî hene. Wî got ku ger hikûmet ji bo berjewendiyên gel nebe xizmetkar, dikare ji bo ji desthilatdariyê rakirina wê gelek rê û rêbaz bên ceribandin.

Esafî ji bo dawîanîna embargoya hawayî ya li ser Îranê roja 1ê Cotmehê nîşan da û got ku ger embargo di vê rojê de bi dawî nebe, asta tengezariyê dê zêde bibe.

Wî herwiha got ku ger tengezarî zêde bibe, dikare gavên giran bên avêtin û ev gav dikarin heta girtina bi temamî ya sînorên bi welatên ku embargoya li ser Îranê pêk tînin re bigihîjin.

Share this content:

Post Comment