ENCÛMENA WEZÎRAN A IRAQÊ PÊŞNÛMA QANÛNA HÊZÊN HAŞDÎ ŞABÎ ŞAND PARLAMENTOYÊ
Encûmena Wezîran a Iraqê pêşnûma qanûna derbarê Haşdî Şabî de pejirand û ji bo nîqaş û dengdanê şand Parlamentoya Iraqê. Encûmenê herwiha biryar da ku ji bo vegerandina pere û mal û milkên Iraqiyan ên li Urdunê komîteyek were avakirin.
Piştî civîna Encûmena Wezîran a Iraqê ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê, Elî Zeydî, Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriyê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civîna duhê de Encûmena Wezîran pêşnûma qanûna Haşdî Şabî pejirand û ji bo ku li parlamentoyê were nîqaşkirin û dengdanê şandin Parlamentoya Iraqê.
Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku pêşnûmeyên qanûnan ên derbarê Daîreya Kontrolê ya Tenduristiyê ya Hêzên Ewlekariya Herêmî û Enstîtuya Herêm û Plansaziya Bajaran a Xwendina Bilind jî ji parlamentoyê re bên şandin.
Di civîna Encûmena Wezîran de mijarên li dijî gendeliyê û vegerandina fonên ku bi rêyên neqanûnî hatine bidestxistin jî hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku ji bo vegerandina pere û mal û milkên Iraqiyan ên li Urdunê, di bin serokatiya Wezareta Darayî de komîteyek were avakirin. Hat ragihandin ku nûnerên Wezareta Derve û saziyên din ên têkildar jî dê di komîteyê de cih bigirin.
Herwiha hat ragihandin ku ji bo piştgiriya sektora pîşesaziyê, biryara qedexekirina hinardekirina kanzayên sifir, alumînyûm, kurşun û hesin hatiye dayîn.
Share this content:



Post Comment