HIKÛMETA SÛRIYEYÊ LI HESEKEYÊ DIXWAZE ZANÎNGEHEKE DEWLETÊ VEBIKE

HIKÛMETA SÛRIYEYÊ LI HESEKEYÊ DIXWAZE ZANÎNGEHEKE DEWLETÊ VEBIKE

Hikûmeta Sûriyeyê plan dike ku li Hesekeyê zanîngeheke dewletê ava bike û navê Zanîngeha Rojava jî biguherîne. Cîgirê Walî yê Hesekeyê û Berdevkê Komîteya Serokatiyê ya Şopandina Peymana 29’ê Çileyê Ahmed el-Hilali li ser van planan agahdarî da.

El-Hilali got Wezareta Perwerdehiya Bilind ya Sûriyeyê planeke fireh ji bo pêşxistina perwerdehiya zanîngehî amade kiriye. Li gorî wî, di vê planê de vekirina zanîngeheke dewletê li Hesekeyê û nirxandina vekirina zanîngehên taybet li gorî hewcedariyên herêmê jî cih digire.

Li ser guherandina navê Zanîngeha Rojava, El-Hilali got ku zanîngeh dê navekî nû bistîne ku nasnameya neteweyî ya hevpar a hemû niştecihên parêzgeha Hesekeyê nîşan bide.

Wî diyar kir ku di zimanên perwerdehiyê de guhertinek nayê kirin û perwerde di zanîngehê de wê bi Erebî û Îngilîzî bidome.

Li ser pergala perwerdehiya giştî jî El-Hilali got ku ji dibistana seretayî heta dawîya lîseyê, mufredata fermî li ser bingeha zimanê Erebî dê were sepandin. Lê herwiha ragihand ku di dîroka Sûriyeyê de cara yekem mufredata ku Kurdî wek ders tê de were hînkirin amade dibe.

El-Hilali herwiha got amadekariyên ji bo vekirina Deriyê Sînorê Nisêbîn-Qamişlo dibe ku di nav sê mehan de biqede. Wî bal kişand ku ev proje dikare bazirganî, veguhastin û tranzîta di navbera Tirkiyeyê û Iraqê de bi rêya Sûriyeyê ji nû ve zindî bike û ji bo Hesekeyê girîngiyeke stratejîk heye.

Li gorî El-Hilali, xebatên paqijkirina mayînan, amadekirina qada sînor û lêkolînên teknîkî hîn jî didomin. Wî got ku piştî vekirina deriyê sînorê, herwiha projeya otobanê ya ku Nisêbînê bi Deriyê Sînorê Welîd (Tel Koçer) ve girêdide jî dikare bibe sedema mezinbûna aborî ya herêmê.

Share this content:

Post Comment