HÊZÊN ÎRANÊ KAMPA KOMELE YA SÛRDAŞÊ BI DRONAN HEDEF GIRT
Hêzên Îranê careke din kampa Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê (Komele) ya li Sûrdaşê, li ser navçeya Silêmaniyê, bi dronan hedef girt. Di êrîşê de hin xanî hatin şewitandin û hat ragihandin ku tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Dronên Îranê di sibehê de li ser kampa Komele ya li Sûrdaşê êrîşek pêk anîn. Hat gotin ku di encama êrîşê ya ku li dora saet 04.50 de pêk hat, hin xanî di hundirê kampê de şewitîn.
Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de tu kes nehat kuştin û kes jî birîndar nebû.
Hêzên Îranê berê jî kamp û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê yên li Herêma Kurdistanê bi balafirên bêmirov û mûşekan hedef girtibûn.
Share this content:



Post Comment