HEWLDANA YEKGIRTINA DADGEHAN LI QAMIŞLOYÊ BÊ ENCAM MA

HEWLDANA YEKGIRTINA DADGEHAN LI QAMIŞLOYÊ BÊ ENCAM MA

Rêveberêk ji hukûmeta Şamê ragihand ku hewldanên ji bo yekgirtina saziyên dadweriyê li Qamişloyê bi ser neketine. Hat gotin ku ev pêvajoyê ji ber cihêbûna ramanan di navbera aliyan de rawestiyaye.

Axvêjerê komîteya ku ji bo şopandina peymana 29’ê Çile ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriyê Demokratîk (DSG) de hatibû ava kirin, Ahmed Hilali, got ku plana hukûmetê li Qamişloyê ji aliyê berpirsên herêmê ve hat red kirin.

Hilali diyar kir ku li Hesekê atmosfera erênî çêbûye, lê li Qamişloyê heman encam nehatiye bidestxistin. Wî got ku plan; radestkirina avahiyên dadgehê bo Wezareta Dadê, tevlîkirina karmendên dadweriyê yên Rêveberiya Xweser di nav pergala giştî de û xebata hevpar di dema guherînê de dihewîne.

Tevî vê yekê, hin berpirsên dadweriyê li Qamişloyê plan red kirin û vegerandina dadweran bo karên xwe nepejirandin. Her weha, lîsteya karmendan jî heta niha nehat dayîn.

Hilali ragihand ku mafên karmendên dadweriyê dê were parastin û ew dikarin bi perwerdehiya pêwîst amade bibin, lê tevî vê yekê lihevhatin çênebû.

Wî got ku ji ber şertên heyî nekarin demjimêrê diyarkirî pêşkêş bikin. Hilali jî bal kişand ser wê ku divê li Sûriyê pergala yekane ya dadweriyê hebe û bingeh “yek qanûn, yek dewlet” e.

Share this content:

Post Comment