GORÊ JÎNA EMÎNÎ DI SALA 4’AN DE HAT ZIYARET KIRIN
Di salvegera 4’an a mirina Jîna Emînî de, ku bû sembola protestoyên “Jin, Jiyan, Azadî” li Îranê, komek çalakvan serdana gora wê ya li Seqizê kir.
Çalakvanan li ber deriyê goristanê balonên spî yên ku navê Jîna Emînî û gotina “Jin, Jiyan, Azadî” li ser wan nivîsandî bûn ber bi ezman ve firandin.
Çalakvanan diyar kir ku ew ê Jîna Emînî ji bîr nekin û bang li gel kirin ku di salvegera mirina wê de beşdarî vê çalakiya sembolîk bibin û bi firandina balonên spî bîranîna Jîna Emînî û wan kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane zindî bihêlin.
Çalakvanekî din jî di parvekirina serdana gorê de got ku çîroka Jîna Emînî hîn jî tê vegotin û dengê wê di dilê wan kesan de ku bawerî bi azadî, rûmet û dadê hene, vedeng dide. Çalakvan diyar kir ku Jîna nayê jibîrkirin û bîranîna wê dê wekî sembola hêvî û wêrekbûnê bidome.
Share this content:



Post Comment