ERÎŞEKE FUZEYÎ LI SER BINGEHÊN KOMELEYA ZEHMETKÊŞAN: HERÊMA DOLA ALANÊ HATE ARMANCKIRIN

ERÎŞEKE FUZEYÎ LI SER BINGEHÊN KOMELEYA ZEHMETKÊŞAN: HERÊMA DOLA ALANÊ HATE ARMANCKIRIN

Hat ragihandin ku bingehên Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê li herêma Dola Alanê ya girêdayî Rêveberiya Serbixwe ya Soranê li Hewlêrê ketine bin êrîşeke fuzeyî.

Berpirsa Ragihandinê ya Komeleyê, Emced Husên Penahî, di daxuyaniyekê de ragihand ku du fûze li ser bingehên wan hatine avêtin. Penahî di daxuyaniya xwe de got ku ji destpêka şerê navbera ABD/Îsraîl û Îranê ve, navend û bingehên komeleyê gelek caran bûne armanca êrîşan.

Li gorî daxuyaniyê, ji roja destpêkirina şerê heta niha navend û bingehên Komeleya Zehmetkêşan bi tevahî 81 caran bi fûze û balafirên bêmirov ên çekdar hatine armanc kirin.

Heta niha derbarê encamên êrîşê, windahiyên mirovî, birîndarbûn an zirarên maddî de agahiyeke fermî nehatiye belavkirin. Tê gotin ku pêşveçûnên derbarê bûyerê de tên şopandin.

Share this content:

Post Comment