ÊRÎŞA DAIŞÊ LI BEÇÎ Û HEDÎSEYÊ BÛYE SEDÊMA QUTBÛNA ELEKTRÎKÊ

ÊRÎŞA DAIŞÊ LI BEÇÎ Û HEDÎSEYÊ BÛYE SEDÊMA QUTBÛNA ELEKTRÎKÊ

Di encama êrîşa DAIŞê ya li ser xeta veguhestina elektrîkê ya di navbera bajarên Bêcî û Hedîseyê yên Iraqê de, stûnek elektrîkê hate teqandin. Ji ber êrîşê elektrîk li her du bajaran qut bû, lê hêzên ewlehiyê pêşî li hewldana êrîşeke duyemîn a li ser stûnek din girtin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Enbarê Seîd Xazî Mihemed ragihand ku êvarê li herêma di navbera Bêcî û Hedîseyê de endamên DAIŞê stûnek veguhestina elektrîkê teqandine. Hat gotin ku piştî êrîşê elektrîk li her du bajaran qut bû.

HEWLDANA ÊRÎŞA DUYEMÎN HAT ASTENGKIRIN

Hat ragihandin ku piştî êrîşê hêzên ewlehiyê hatin şandin herêmê. Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, li herêma di navbera Bêcî ya girêdayî parêzgeha Selahedînê û Hedîseya girêdayî parêzgeha Enbarê de, hewldana DAIŞê ya teqandina stûnek din a veguhestina elektrîkê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate astengkirin.

Hat ragihandin ku di navbera hêzên ewlehiyê û endamên DAIŞê de pevçûnek çekdarî çêbû û piştî pevçûnê herêm ket bin kontrola hêzên ewlehiyê.

Hat zanîn ku ekipên teknîkî ji bo tesbîtkirina zirara ku êrîşê li xeta veguhestina elektrîkê kiriye û ji bo sererastkirina wê xebatên xwe didomînin.

Share this content:

Post Comment