BERHEMÊN OUNDER APO BI ÎNGILÎZÎ Û SWÊDÎ HATIN WEŞANDIN

BERHEMÊN OUNDER APO BI ÎNGILÎZÎ Û SWÊDÎ HATIN WEŞANDIN

Berhema Ounder Apo ya bi navê “Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” bi zimanê Îngilîzî hate weşandin. Herwiha çapemeniya bi zimanê Swêdî ya pirtûka “Manifestoya Şaristaniya Demokratîk, Cild 3: Sosyolojiya Azadiyê” jî ji bo xwendevanan hate pêşkêşkirin. Ji bo vê berhemê dê di 4ê Cotmehê de li Stockholmê çalakiyeke danasînê bê lidarxistin.

Çapa bi zimanê Îngilîzî ya pirtûka Ounder Apo ya bi navê “Krîza Şaristaniyê li Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” ji aliyê weşanxaneya PM Pressê ve hate weşandin. Berhem bi navê The Civilizational Crisis in the Middle East and the Democratic Civilization Solution: Manifesto of the Democratic Civilization, Volume IV ji bo xwendevanên îngilîzî hate pêşkêşkirin.

SOSYOLOJIYA AZADIYÊ BI ZIMANÊ SWÊDÎ HATE WEŞANDIN

Wergera bi zimanê Swêdî ya berhema Ounder Apo ya bi navê “Manifestoya Şaristaniya Demokratîk, Cild 3: Sosyolojiya Azadiyê” jî hate weşandin. Pirtûk bi navê Manifest för en demokratisk civilisation, volym 3: Frihetens sociologi ji xwendevanan re hate pêşkêşkirin. Pirtûk bi hevkariya weşanxaneya Heval Förlag a Komîteyên Rojava û Federativ Förlagê hatiye amadekirin.

Piştî weşandina pirtûkê, dê li paytexta Swêdê Stockholmê çalakiyeke danasînê bê lidarxistin. Tê payîn ku di vê çalakiyê de, ku dê roja Yekşemê, 4ê Cotmehê were lidarxistin, wergerê pirtûkê Tomas Petterson, nivîskarê siyasî Gabriel Kuhn û endamek ji Akademiya Modernîteya Demokratîk beşdar bibin.

Çalakiya danasînê dê di navbera saet 12.00 û 16.00 de, li salona Katasalen a navenda ABF-huset, li navnîşana Sveavägen 41 ya Stockholmê were lidarxistin.

Share this content:

Post Comment