BAROYÊN HERÊMÊN LI DIJÎ BIRYARA CHP’Ê RABÛN: “DADGEH DESTDIRÊJIYA DESTHILATÊ DIKE”
15 baroyên herêmê ku Baroyên Amed û Wanê jî di nav de ne, li dijî biryara “mutlak butlan” ya Dadgeha Herêmî ya Ankara 36’an a Mafê sivîl derbarê kongreya CHP’ê de daxuyaniyek hevpar weşand.
Di daxuyanîyê de hate gotin ku ev biryar li dijî qanûnê ye û dadgeh sînorên desthilata xwe derbas kiriye.
Baroyan diyar kirin ku li gorî Destûr û Qanûna Partiyên Siyasî, çavdêriya kongre û kurultayên partiyan di destê encûmenên hilbijartinê û Encûmena Bilind a Hilbijartinan de ye. Wan got ku dadgehên giştî nikarin encamên hilbijartinên ku qediyane betal bikin.
Di daxuyanîyê de hate diyarkirin ku bikaranîna dadgehê ji bo destwerdana di pêşbaziya siyasî de baweriya civakê ya li dadê têk dibe û ev cûre biryar dikare pergala demokratîk bêbandor bike.
Baroyan anîn ziman ku şekildana pêvajoyên siyasî bi destê dadgehê aştiya civakî, demokrasiya û dewleta mafê têk dibe û wan soz da ku ji bo parastina pergala demokratîk û serweriya qanûnê têkoşîna xwe bidomînin.
Baroyên Adiyaman, Agirî, Batman, Bingol, Bitlis, Amed, Dersim, Colemêrg, Îdir, Qers, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan vê daxuyanîyê îmze kirin.
Share this content:



Post Comment