AHMED ŞARA DI TELEFONÊ DE BI NEÇÎRVAN BARZANÎ RE HEVPEYIVÎ: EZ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMA KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIM

AHMED ŞARA DI TELEFONÊ DE BI NEÇÎRVAN BARZANÎ RE HEVPEYIVÎ: EZ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMA KURDISTANÊ ŞERMEZAR DIKIM

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Serokê Komara Sûriya Ahmed Şara bi telefonê hevpeyvîn kirin. Di vê hevpeyvînê de Ahmed Şara êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du rêberan di telefonê de rewşa herêmê û pêşketinên dawî yên şerê domdar û encamên wê nirxandin.

Her weha, aliyan girîngiya zêdekirina hewildanên dîplomatîk ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane xistin ser ziman.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê girîng e. Di vê çarçoveyê de, Serok Ahmed Şara êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir.

Di heman demê de, rewşa Kurdan û komên din ên li Sûriyê, têkiliyên di navbera Sûriyê û Iraqê de û hin mijarên din ên hevpar jî hatin gotûbêj kirin.

Share this content:

Post Comment