BOMBARDIMANA LI SINORÊ HEWLÊR

BOMBARDIMANA LI SINORÊ HEWLÊR

Di şevê de li sinorê parêzgeha Hewlêrê di encama êrîşan de 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok jî birîndar bûn.

Li gor agahdariyan, di şeva derbasbûyî de bi rêya balafirên bêmirov (drone) êrîşên zencîreyî hatin kirin. Di destpêkê de du drone ku ber bi bajarê Hewlêrê ve hatibûn şandin, ji aliyê pergalên parastina hewayê ve hatin xistin.

Her wiha, li bajarê Çarqurbe jî du drone ketin erdê. Hat ragihandin ku van drone’an li derdora bingeha leşkerî ya girêdayî bi tugaya 6’an ketine. Li gor agahdariyên destpêkê, di vê bûyerê de tu windahiyek jiyanê nehatiye tomar kirin.

Di heman şevê de, li gundê Cergezewî yê herêma Ziraret a girêdayî bi Hewlêrê, dronekê li ser xaniyekê ket. Di encama vê êrîşê de, jin û mêrek ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok jî birîndar bûn.

Di herêma de ji 28’ê Sibata vir ve, di navbera Îran û ABD-Îsraîl de şerê nebaş û tund berdewam e. Heta niha 16 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 96 kes jî birîndar bûne.

Share this content:

Post Comment