ABD LI DIJÎ BAZIRGANIYA BI ÎRANÊ RE CEZA DIDE: BACÊ GUMRÛKÊ YA ZÊDE 25 FESED

ABD LI DIJÎ BAZIRGANIYA BI ÎRANÊ RE CEZA DIDE: BACÊ GUMRÛKÊ YA ZÊDE 25 FESED

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku li dijî welatên ku bi Îranê re têkiliyên bazirganî didomînin, biryarên nû yên cezakirinê hatine girtin. Trump ragihand ku li hemû welatên ku bi Îranê re bazirganî dikin, bacê gumrûkê ya zêde bi rêjeya 25 fesed were sepandin.

Trump roja duşemê li ser torê civakî Truth Social daxuyaniyek kir û got ku ev biryar qetî ye û ti îstîsna tune ye. Wî destnîşan kir ku bacê gumrûkê ya zêde bi lez û bez tê sepandin û got ku ev gav beşek ji siyaseta Amerîkayê ya li ser zêdekirina zextê li dijî Îranê ye.

Tê texmîn kirin ku ev biryar dê bi rêya rasterast welatên ku bi Îranê re têkiliyên aborî hene bandor bike û li bazirganiya cîhanê tengasiyên nû çêbike. Rêveberiya ABDê jî di rojên bê de dikare li ser hûrguliyên sepandina vê biryarê daxuyaniyên din bike.

Share this content:

Post Comment